Adar 22, 2023 18:18 Asia/Tehran
  • Bi boneya Meha Remezanê bi hezaran çira li Londonê hatin vêxistin

Bi boneya Meha Remezanê bi hezaran çira li Londonê, paytexta Inglîzê hatin vêxistin.

Şaredariya Londonê bi boneya destpêbûna Meha Remezanê ya pîroz kolaneke vî bajarî bi 30 hezar lampeyî xemiland.

Li gorî rapora IRIB News’ê, Bo cara yekem û bi boneya destpêbûna Meha Remezanê kolanek li West End’a Londonê bi 30 hezar lampeyî hat xemilandin.

“Sadiq Xan” Şaredarê Londonê ku di dema vêxistina lampeyan da li wir bû, bixwe endamek ji zêdeyî miliyonek misilmanan e ku li Londonê vê mehê pîroz dikin.

Sibe anku Pêncşemî di gelek welatên îslamî û ewropî da destpêka Meha Remezanê ye.

 

 

 

Serepeyv