Adar 20, 2023 14:53 Asia/Tehran
  • Dûhatên îflasbûna Banka Silicon Valley’ê; Banka UBS’ê Kredîta Swîsê kirî

Rayedarên swîsî êvara Yekşemiyê ragihandin ku Banka UBS’ê ji bo pêşîgirtin li tevliheviya zêdetir di pergala Banka Cîhanî da “Kredîta Swîsê” kirî.

Kevnatiya “Kredîta Swîsê” (Credit Suisse) 167 sal e û banka herî pêşîn li Ewropayê ye ku kete bin bandora şokeya îflasbûna du bankên mezin ên Amerîkayê yanî “Silicon Valley” û “Signatue Bank”ê ku hefteya pêş qewimî.

Li gorî rapora IRNA’yê, Rayedarên swîsî bi mebesta sekinîna li hemberî berfirehbûna qeyranê bo pergala darayîyê ya vî welatî û pergala Banka Cîhanî ketin tevgerê û alîkarî kirin ku ji bo kirrîna banka qeyrandar a “Kredîta Swîsê” li hev bikin.

Wezareta Darayîyê ya Swîsê hişyarî dabû ku îflasbûna Kredîta Swîsê ku di asta cîhanê da xwedî hitbar e, dibe ku dûhatên necebirandî ji bo bazarên malî bîne.

Nirxa girêbesta UBS’ê ji bo kirrîna hevrika xwe yanî Kredîta Swîsê sê miliyar Frankên Swîsê beranberî 3.23 miliyar Dolarên Amerîkayê ye û biryar e UBS 5.4 miliyar dolar ji zirarên vê bankê bipejirîne û wan bicebirîne.

Her wiha Banka Navendî ya Swîsê ragihand ku 100 miliyar Frankên Swîsê (108 miliyar dolar) alîkariya pere dê raberî UBS û Kredîta Swîsê bike.

 

 

Serepeyv