Adar 19, 2023 16:48 Asia/Tehran
  • 186 bankên Amerîkayê li ber xetera îflasbûnê ne

Kovareke amerîkî qala îhtimala îflasbûna 186 bankên amerîkî kir.

Îflasbûna nişkêvayî ya Banka Silicon Valley’ê ya Amerîkayê ku roja Înîyê 10ê Adara 2023an ji aliyê rayedarên amerîkî va hat betalkirin, pêleke wehşetê li nav beşa bankî ya vî welatî pêk aniye; bi awayekî ku bazaran hin şik û guman derbarê îflasbûna bankî ya herî mezin li Amerîkayê piştî qeyrana darayî ya sala 2008an kirine. Gellek jî nîgeranê tûşîbûna bankîn din ji wan bankên ewropî bi îflasê ne.

Kovara amerîkî ya Wall Strît Jornalê di raporekê da ragihand, li gorî gotina aborîzanên amerîkî, 186 bankên vî welatî li ber xetera îflasbûnê ne û çarenûseke weke ya ku hat serê Banka Silicon Valley’ê, li benda wan e.

Îflasbûna Banka Silicon Valley’ê ya Amerîkayê zirareke mezin li beşa Teknolojiyê li cîhanê xistiye. Wisa xuya dike ku di hefteyên bê da, alûgorine aborî yên zêdetir biqewimin ku wek dûhatên vê îflasbûnê tên zanîn.

 

Serepeyv