Bêparbûna zêde ji 170 hezar nexweşan li Ingilîsê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i340230-bêparbûna_zêde_ji_170_hezar_nexweşan_li_ingilîsê
Ji ber greva pizişkan li Ingilîsê zêde ji 170 hezar nexweş ji pizişkan û xizmetên dermankirinê bêpar mane.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 18, 2023 13:27 Asia/Tehran
  • Bêparbûna zêde ji 170 hezar nexweşan li Ingilîsê

Ji ber greva pizişkan li Ingilîsê zêde ji 170 hezar nexweş ji pizişkan û xizmetên dermankirinê bêpar mane.

Di çend mehên buhurî da karmendên beşên curbicur li Ingilîsê grevên xwe domandin û piştî bêencambna muzakireyên Yekitîyên Ticarî û rayedarên hikûmetê têkildarî daxwazên wan û zêdekirina miaşan, pêleke nû ya grevan li vî welatî dest pê bûye.

Di encama greva sêrojî ya pizişkan da li Ingilîsê beşa tenduristî û dermankirinê ya vî welatî pêrgî qeyranê bûye û di van rojên dawîyê da wergirtina 175 hezar nexweşan li nexweşxaneyan û navendên dermankirinê hat ibtalkirin.

Zincîregrevên ku bi awayekî berfire ji havîna sala buhurîê va li Ingilîsê dest pê bûne, bi dû neyartîya hikûmeta vî welatî hibmerî daxwaza nerazîyan a zêdekirina destmiz û miaşan ketine qonaxeke nû.