Artêşa Rûsiyê 4 binesaziyên enerjiyê li benderên Ûkraynê rûxandin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i360060-artêşa_rûsiyê_4_binesaziyên_enerjiyê_li_benderên_Ûkraynê_rûxandin
Wezareta Berevaniya Rûsiyê basa rûxandina çar binesaziyên enerjiyê yên ku benderên Ûkraynê li navçeya Odêsayê bi kar dianîn kir.
(last modified 2026-09-02T15:10:50+00:00 )
Îlon 02, 2026 11:37 Asia/Tehran
  • Artêşa Rûsiyê 4 binesaziyên enerjiyê li benderên Ûkraynê rûxandin

Wezareta Berevaniya Rûsiyê basa rûxandina çar binesaziyên enerjiyê yên ku benderên Ûkraynê li navçeya Odêsayê bi kar dianîn kir.

Rûsiyê herwiha ragihand ku li Odesayê kargehek çêkirina xwefiran, şeş tankên sotemeniyê û depoyên alavên leşkerî hatine hedefgirtin û li derdora Kîevê navendeke lojîstîkê hatiye wêrankirin. Di heman demê de, Wezareta Berevaniyê ya Rûsyê jî di daxuyaniyekê de ragihand ku 130 xwefirên Ukraynê li ser herêmên curbicur ên Rûsyê hatine astengkirin û ev xistine xwarê. Serokomarê Rûsyê, Vladimîr Pûtîn, duh êvarê di civîneke çapemeniyê di dawiya civîna Rêxistina Hevkariya Şanghayê li Bîşkekê de ragihand ku hemî binesaziyên leşkerî yên li Ukraynê, tevî binesaziyên leşkerî yên Îngilîsê, armancên rewa yên hêzên çekdar ên Rûsyê ne. Wî tekez kir: Hemî binesaziyên leşkerî yên li ser axa Ukraynê armancên me yên rewa ne; çi brîtanî bin çi yên welatekî din.