Serokomarên Sûrîye û Ûrsêtê li Moskowayê civîyan
Adar 15, 2023 14:11 Asia/Tehran
Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û Serokê Sûriyê Beşar Esed îro li Moskowê civîyan.
Serokomarê Sûrîyê Beşar Esed şeva buhurî gihîşt Moskowê û îro ew û Serokomarê Ûrsêtê Vladimîr Pûtîn li Koşka Kremlînê civîyan.
Kremlînê daxuyaniyeke nivîskî belav kir û tê de ragihand “Di 15ê Adarê de Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn bi Serokê Sûriyê Beşar Esed re Civîya.
Di vê civînê da mijarên girêdayî zêdetir pêşxistina hevkariyên Rûsî-Sûrî di warên siyasî, bazirganî, aborî û mirovî de û hêviyên çareseriyeke berfireh a rewşa Sûriyê û derdora wê dê bên gotûbêjkirin.”
Pisporên Rûs diyar kirin ku di hevdîtina her du serokan de mijara alîkariya ji bo Sûriyê ji ber erdhejê hat hilkolandin.