Adar 14, 2023 18:14 Asia/Tehran
  • Parîs di nava kirs û zibilan da ma

Parîsa paytexta Fransayê ji ber greva karkerên paqijker ên şaredarîyê di nava zibil û kirsan de maye.

Karkerên paqijkirinê yên fransî nêzî hefteyekê ku bi nîşana nerazîbûna himberî plana hikûmetê ya zordabirina temenê malnişîbûnê dest bi grevê kirine ku ji ber vê yekê li her derê zibil hatîye qûçkirin.

 Li gorî agahîyan nêzî 5 hezar û 600 ton kirs û zibil li kolanên Parîsê ser hev da hatîye qûçkirin.

Neyarên karnameya Şaredarîya Parîsê, wek berteka himberî meseleya cîdamayîna zibilan li vî şarî dibêjin ku Şaredarî girîngatîyê nade paqijbûnê.

Berpirsên xwecî li Parîsê xwestin ku karkerên paqijkirin û ramalînê kirs û zibilan berhev bikin ta ku pêşîya nexweşîyê ji ber zibilan bê girtin.

 

Serepeyv