Bi sedan geştên esmanî bi hegera grevê li Almanê hatin ibtalkirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i340114-bi_sedan_geştên_esmanî_bi_hegera_grevê_li_almanê_hatin_ibtalkirin
Ji ber grevê bi sedan geştên esmanî li çend balafirgehên Almanê hatin ibtalkirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 14, 2023 12:51 Asia/Tehran
  • Bi sedan geştên esmanî bi hegera grevê li Almanê hatin ibtalkirin

Ji ber grevê bi sedan geştên esmanî li çend balafirgehên Almanê hatin ibtalkirin.

Ji ber greva personelên beşên xizmetguzarî û emnî li balafirgehên Hamburg, Hanover, Bremen û Berlînê yên Almanê 351 geştên esmanî hatin ibtalkirin.

Di encama ibtalkirina bi sedan geştên esmanî da nêzî 100 hezar rêwî sergirdan mane.

Ji ber greva 2 hezar personelên beşên xizmetguzarî û emnî li balafirgehên Hamburg, Hanover, Bremen û Berlînê yên Almanê karê li wan balafirgehana hema bêje tam hatîye sekinandin.

Yekitîya Esnafên Almanê ji personelên beşên xizmetguzarî û emnî yên balafirgehên Hamburg, Hanover, Bremen û Berlînê xwestîye ku greva xwe 24 sietan bidomînin.

Bilî personelên balafirgehên hanê, personelên şebekeya tranzîta xwecî jî li şarên curbicur ji bo hişyarkirina xwedîyên pîşe û şirketan dest bi grevê kirine.

Yekitîya Esnafên Almanê xwestîye ku destmiza personelan sedî 10.5 were zêdekirin û ji çend dewrên gotûbêja di navbera vê yekitîyê û personel, karkeran û xwedîyên şirketan da jî ti encamek bi dest neketîye.