Adar 13, 2023 17:54 Asia/Tehran
  •  Hind dîplomatên Talibanê hîn dike

Hind li balyozxaneya xwe ya Kabulê ji bo dîploamtên Talibanê kargehên hînkirina peywendî û rêzikên dîplomatîk li dar dixe.

Li gorî rapora Tasnim News’ê ya roja Duşemiyê, Çavkaniyên nûçeyan li gorî nameya Wezareta Karên Derve ya hikûmeta demkî ya Talibanê li Efxanistanê ragihandin ku Wezareta Derve ya Hindê biryar e kargeheke zêdekirina agahiyan ji bo dîplomatên efxan li dar xîne.

Li gorî nameya Wezareta Karên Derve ya hikûmeta demkî ya Talibanê, balyozxaneya Hindê li Kabulê vê kargeha zêdekirina agahiyan bo heyama sê rojan ji bo dîplomatên efxan li dar dixe.

Talibanê serdestiya li zimanê Inglîzî wek şertek ji bo beşdariya dîplomatên efxan di van polan da ragihandiye.

 

Serepeyv