Sersekreterê NY ji ber belavkirina nefreta dijî misilmanan rexne kir
Sersekreterê NY ji ber belavkirina nefreta dijî misilmanan û tirsandina ji misilmanan a bi şêwazên curbicur rexne kir.
Sersekreterê NY Antoniyo Gotereş di civîna taybet a vê rêxsitinê da ku bi boneya Roja Cîhanî ya Têkoşîna Dijî Islamfobîyayê hat lidarxistin, got: Nêzî 2 milyard misilman li cîhaên hene ku tenê ji ber îman û bawerîya xwe tûşî tesîb û cihêkarîyê dibin.
Gotereş herwiha got: Ew cihêkarîya bi tawanbarkirina civakên misilman û bernameyên medyayî yên bikîn û sedema şermê û axavtin ûsîyasetên dije-islamî yên hin rêvebirên sîyasî xwe nîşan dide.
Sersekreterê NY herwiha got: Cihêkarî me gişka lwaz dike, ser me hemîyan ferz e ku himberî cihêkarîyê rawestin.
Şayanî gotinê ye ku li welatên ewrûpî cihêkarîya himberî welatîyên misilman û nemisilman di van salên dawîyê da gelekî zêde bûye.