Borrell: Idî ti bijareyeke me ya ji bo boykotkirina Rûsiyê tineye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i340044-borrell_idî_ti_bijareyeke_me_ya_ji_bo_boykotkirina_rûsiyê_tineye
Berpirsê Siyaseta Deve ya Yekîtiya Ewrûpayê, got, bijareyên vê yekîtiyê ji bo zêdekirina boykotên dijî Rûsiyê bi dawî hatine.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 11, 2023 06:02 Asia/Tehran
  • Borrell: Idî ti bijareyeke me ya ji bo boykotkirina Rûsiyê tineye

Berpirsê Siyaseta Deve ya Yekîtiya Ewrûpayê, got, bijareyên vê yekîtiyê ji bo zêdekirina boykotên dijî Rûsiyê bi dawî hatine.

Cozêf Borêl (Josep Borrell), destnîşan kir: Ji hêla
sepandina boykotan ve idî karek tine ku em bikin lê
em dikarin piştevaniya leşkerî û darayî ji Ûkraynê hîn
jî zêde bikin.
Borêl herwiha got: Bi derbasbûna salekê ji êrişa
Ûrsêtê ji Ukraynê, eger ku bijareyên zêde bimana
cihê matmayînê bû. Me pêvajoya xwe ya pêngav bi
pêngav cih aniye.
Berpirsê Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewrûpayê bi
pêgîriya li ser piştgîriya darayî û bi çekan ji Ûkraynê
got: Ûkrayn hewcedara diravekî zaf ji bo parastina
xwe ye, hikûmetek ku di halê şêrr da ye pirr hewcetî
bi dirêv heye ku pêwîst e em ji bo dabînkirina wî
diravî hewl bidin.
Li gorî gotina Borêl, biryardana li ser operasyonan di
qada şêrr da ser milê Ûkraynê ye û berpirsyariya
Ewrûpayê, piştgîriya ji Kiyêvê ya bi çek û rextan e.