Adar 10, 2023 14:54 Asia/Tehran
  • Di encama gulleavêtina li bajarê Hambûrga Almanyayê de 6 kes hatin kuştin û çend kes jî birîndar bûn

Di encama gulleavêtina li avahiyeke bajarê Hambûrga Almanyayê de 6 kes hatin kuştin û 7 kes jî birîndar bûn.

Li gorî rapora IRAN Press’ê, çavkaniyên navneteweyî ragihandin ku di encama gulleavêtina li avahiya “Şehedên Yehweyê” (Jehovah's Witness) li bajarê Hambûrga Almanyayê herî kêm, 6 kes hatin kuştin û çend kesên din jî birîndar bûn.

Ajnasa Nûçeyan a Almanyayê, DPA’yê ragihandiye ku di encama vê gulleavêtinê de, çend kes hatine kuştin.

 Polîsê Almanyayê jî di daxûyaniyekê de ragihandiye ku operasoneke berfireh li navçeya Alstirdorfê li Hambûrgê ku ji bajarên bakurê Almanyayê ye, di rojevê de ye.

Rojnameya Bild’ê ya Alamanyayê jî ragihandiye ku ev gulleavêtin sietê 21 li gor dema herêmê qewimî û herî kêm kesekî li navendeke mezhebî ku muhtemel avahî ya “Şehedên Yehweyê” bûye, dest bi gulleavêtinê kir.

 

Serepeyv