Adar 10, 2023 14:50 Asia/Tehran
  • Rûsya: Muzakireyên derbarê dirêjkirina rêketinnameya hinardekirina dexl û danan yê bi cih bên

Berdevka Wezareta karên Derve ya Rûsyayê ragihand ku muzakireyên dirêjkirina rêketinnameya hinardekirina dexl û danan yê li Swîsrayê bi cih bên.

 “Mariya Zaxarova”, Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê duh Pêncşemiyê di civînekeke rojnamevaniyê de di nava koma nûçegihanan de diyar kir: Dewra din a muzakireyan derbarê rêketinnameya hinaredekirina dexl û danan ji Deryaya Reş û dirêjkirina wê ya muhtemel di 13ê Adarê li Jinêva Swîsrayê yê were lidarxistin û şanda ûris di dewra din a muzakireyan yê bi Alîkarê Sekreterê Giştî yê NY’yê li Karûbarên Mirovheziyê û Sekreterê Giştî yê Konferansa Ticaret û Geşatiyê ya NY’yê (ANKTAD) re yê beşdarê civînê bibin.

Tirkiye, NY, Rûsya û Ukryanê 22ê Hezîrana 2022’an li Stenbolê rêketinnameya despêkirina hinardekirin dexl û danan ji sê benderên Deryaya Reş ên Ukryanê wajo kirin ku piştî despêkirina şerê Rûsyayê û UKryanê di meha Sibatê de hat rawestandin.

Piştî vê rêketinnameyê, navendeke Hewahengiyê ya hevpar bi beşdariya rayedarên sê welatan û NY’yê li Stenbolê bo çavdêriya ser barên dexl û danan hatiye avakirin.

Rûsya û Ukryan ji hinardekirinên herî mezin ên dexl û dan li cîhanê ne.

 

 

Serepeyv