Adar 08, 2023 15:02 Asia/Tehran
  • Pêgirîya Ulyanov ser pêwîstîya serhevdadayîna muzakireyên rakirina boykotan

Balyoz û Wekîlê Dayîmî yê Rûsyayê li sazîyên navNeteweyî yên li Vîyenê çareserkirina idiayên sîyasî yên kontrolkirin û çavdêrîyê têkildarî bernameya navokî ya Îranê bi serhevdadayîna muzakireyên rakirina boykotan va girêda ku bi hegera sistîya alîyên rojavayî derheq biryarên sîyasî hilawêstî mane.

Balyoz û Wekîlê Dayîmî yê Rûsyayê Mikhail Ulyanov ku serokatîya desteya ûris di muzakireyên rakirina boykotan da jî dike, di civîna Konseya Biryarderan a Ajansa NavNeteweyî ya Enerjîya Atomî (IAEA) da, ber bi alîyên rojavayî va ku gotine ji ber tivdîrên Îranê yên cebirandina têkildarî Rêkevtinameya Navokî dilnigeran in got: Hemî dilnigeranîyên we bi hêsanî dikarin ji holê bên rakirin, ji bo vê yekê divê alîyên Rêkevtinameya Navokî bizvirin Vîyenê û pêşnivîsa vejîyandina Rêkevtinameya Navokî di çend rojan da ser hev da bidin.

Muzakireyên rakirina boykotên dijî Îranê piştî çend meh muzakireyên dîplomatîk ên bi dû hev ji ber hegerên wekî serederîya durû, sistîya di biryardanê da, zêdexwazî û daxwazên nû yên Amerîakyê hilawêstî mane. Karnameya Waşîngtonê ray dide ku Qesra Sipî tevî angaşta dîplomasîyê vîna pêwîst tine ku biryara vegera ser Rêkevtinameya Navokî û cebirandina sîyaseta têkçûyî ya hikûmeta “Donald Trump” Serokkomarê berê yê Amerîkayê ya himberî Îranê bide.

 

Serepeyv