Rewşa Fransayê bi qanûna malnişînbûnê xitimîye
Bi dû jordabirina temenê malnişînbûnê bi destê hikûmeta Emanuel Mekron Serokomarê Fransayê, welatîyan îro li vî welatî dest bi nerazîbûnê kirin û hevgavê vê yekê karkerên tranzîtê û personelên palavgehê jî bi nîşana nerazîbûn dest bi grevê kirin.
Van rojana hemî televîzyonên Fransayê, heta yên nûçeyan belav nakin jî, bala xwe didin mijara guhertina qanûna malnişînbûnê.
Tişta balkêş ew e ku tevî neyartîya sedî 67ê gelê Fransayê, hikûmeta vî welatî pêkutîyê ser pêşnuma xwe dike, Yekitîyên curbicur ragihandibûn ku dê grev ji îro 7ê Adarê va dest pê bibin, lê karker, kadro û personelên beşên curbicur rojekê zûtir hatin kolanan.
Yekitîyan ji hemî çalakên beşên aborî, perwerde, tranzît û xizmetên giştî xwestine ku ji bo ku Mekron ji qesda xwe were xwarê, îro û sibê neçin ser karê xwe û Fransayê asê bikin. Olîvîyê Vêran Berdevkê hikûmetê bi merema bandordanîna ser raya giştî, ev grev dawîya dem û dinyayê li Fransayê bi nav kirîye. Karker û personelên şebekeyên tranzîtên bejayî û hewayî, dibistan, zanîngeh, xizmetên giştî û paqijkerên kolanan di vê tevgera nerazîbûnê da pişikdar bûne.
Lê greva ji gişka girîngtir, greva dubare ya personelên hêzgehên atomî û palavgehên benzîn û mazotê û şebekeyên rêyên hesin û metroyê ye ku ji bo welatîyên fransî veguherîye kabûsekê. Îro herwiha xwenîşandaneke berfire li 250 şarên mezin û piçûk ên Franayê bi nîşana nerazîbûna hibmerî sîyasetên hikûmeta Mekron dest pê bûye. Rawestgewhên qetra û metroyê hatinev daxistin û bi vî awayî veguhestina welatîyan li Fransayê aloz bûye.