Adar 06, 2023 18:40 Asia/Tehran
  • Grossi: Derbarê domandina ceribandina rastiyan bi Îranê re me li hev kir

Rêveberê Giştî yê Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomî (IAEA) di civîna Konseya Biryarderan de ragihand ku bi Îranê re derbarê çavdêriya ser xebatên navokî yên Îranê û ceribandina rastiya van çavdêriyan li hev kirine.

 “Rafael Grossi”, Rêveberê Giştî yê IAEA’yê îro bal kişand ser vê yekê ku bi Îranê re li hev kiriye ku îznê dide ajansê ku qonaxên çavdêrî û ceribandina rastiyê bidomîne û got: “Ez pêşwaziyê dikim ji garantiyên Îranê ku dixweze xebatên ceribandina rastiyan ên zêdetri bi cih bîne.”

 Grossi di dewamê de qala serdana vê dawiyê ya Têhranê û hevdîtina bi rayedarên pilebilind ji wan “Seyid Îbahîm Reyîsî“ Serokê Komara Îslamî ya Îranê kir.

 Li gorî gotina Rêveberê Giştî yê IAEA’yê, Îran û Ajansê li hev kirine ku hevkariyên erênî dikare rê bo rêketinên berfirehtir navbera hikûmetên endam xweş bike.

 

Serepeyv