Adar 05, 2023 16:32 Asia/Tehran
  • Nerazîbûna gelê Yûnanê himberî bûyera lihevketina trenan didome

Bi dû girantirîn bûyera lihevketina trenan di dîroka Yûnanê da ku di encamê da 57 kesan canê xwe ji dest dan, nerazîbûnên gelê vî welatî bi nîşana berteka hibmerî vê bûyera diltezîn didomin.

Sêşema buhurî treneke rêwîhilgir ku ji Atênê diçû şarê Têsalonîkîyê li treneke barhilgir ket ku di encamê da 57 kesî canê xwe ji dest dan.

Hegera sereke ya vê bûyerê ew bû ku trena rêwîhilgir ket rêya trena barhilgir ku di encamê da ew derketine pêşberî hev.

Gelê Yûnanê dixwaze ku dewlet derheq rastî û hûrgilîyên vê bûyerê da bersiv bide.

Roja Pêncşemê jî xwenîşandanek ser vê bûyerê li Atênê hat lidarxistin û bi hezaran welatî li bajarên curbicur ên Yûnanê jî daketin kolanan.

Di vî halî da, Şirketa Rêyên Hesin a Yûnanê duh ragihand ku karkerên vê şirketê greva ku bi hegera nerazîbûna himberî bûyera lihevketina trenan ji 2yê Adarê va dest pê kirine yê bidomînin.  

 

Serepeyv