Adar 04, 2023 15:52 Asia/Tehran
  • Lehiyên bidûhev li Afrîqayê xetera belavbûna Nexweşiya Webayê zêdetir dikin

Rêxistina Cîhanî ya Tenduristiyê (WHO) derbarê zêdebûna rêjeya belavbûna Nexweşiya Weba yan Kolêreyê li Afrîqayê hişyarî da.

Li gorî rapora Radyoya “Swahili” ya Beşa Dervesînor a Radyo û Televîzyona Îranê, Rêxistina Cîhanî ya Tenduristiyê (WHO) di raporekê da ragihand, gerçî ku babetên tûşbûna bi Webayê li welatên ziyandîtî li Afrîqayê kêmtir dibin, lê lehiyên guj û giran ên ji ber barînên demsalî û bahozên tropîkal li başûrê Parezemîna Afrîqayê, xetera belavbûna Webayê zêde kirine û gefek li dijî hewlên ji bo kontrolkirina belavbûna vê nexweşiyê ye.

Di rapora Nûnertiya WHO’yê li Afrîqayê da hatiye, li 12 welatên afrîqî babetên tûşbûna bi vê nexweşiyê hatine ragihandin û haletên tûşbûna bi Webayê herî dawî li Afrîqaya Başûr, Tanzanya û Zîmbabweyê hatine dîtin.

WHO’yê ji bo têkoşîna dijî vê nexweşiyê, 80 pisporên xwe şandine welatên tûşbûyî bi Webayê û 455 ton amûr û alavên têkoşîna dijî Webayê bo welatên Malawî, Mozambîk, Burundî, Komara Demokratîk a Kongo, Gana, Kenya û Zambiyayê  hatine şandin.

 

Serepeyv