Adar 03, 2023 14:34 Asia/Tehran
  • Grossi ser parastina têkiliyên bi Îranê re di asta herî bilind de teqez kir

Rêveberê Giştî yê Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê (IAEA), parastina peywendiya bi Îranê re di asteke herîblind de bo vê saziyê giring da zanîn.

 “Rafael Grossi” Rêveberê Giştî yê Ajansa Navneteweyî ya Eneriya Atomê di civîna Serokên Koma Têkiliyê ya Tevgera Qeydnenasan li Bakûyê got: Parastina peywendî û gotûbêja bi Îranê re di asta herî bilind ji me re giring e.  

 Di eynî demê de, Rafael Grossi îro Înî yê were Tehranê.

Li gor vê raporê, di vê serdanê de ew ê bi rayedarên Îranê re hevdîtinê pêk bîne û di van hevdîtinan de meseleyên curbicur jî yê bên hilkolandn.

Derbarê vê yekê de Muhemed Îslamî, Serokê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê bal kişand ser serdana Rafael Grossi ya Tehranê û teqez kir ev serdan dikare pirgirêka muzakireyên navokî çareser bike, lê em babetên neasayî ku siyasî an bin zext û zorê de bin, qebûl nakin.  

 

Serepeyv