Sibat 28, 2023 18:13 Asia/Tehran
  •  Mercê Rûsyayê ji bo vegera ser Peymana Starta Nû

Balyozê Rûsyayê li Amerîkayê, ragihand ku welatê wî bi mercê ku Amerîka helwêsta xwe li hember Moskowayê biguherîne, dê vegera Peymana Starta Nû.

Vladîmîr Pûtîn, serokkomarê Rûsyayê, 22’ê Sibatê di axiftina xwe di Civata Federal a vî welatî da ragihand, Rûsya beşdariya xwe ya di Peymana Starta Nû (New Start) da disekinîne. Pûtîn pêgîrî kir ku eva tam sekinandin e û ne derketina ji vê hevhatinnameyê.

Anatonî Antonov, Balyozê Rûsyayê li Amerîkayê, zemînesazîya bo vegera ser bicihanîna tam a Peymana Starta Nû’yê, girêdayîyê venihêrîna Waşîngtonê di siyaseta dijminane ya wê ya dijî Rûsyayê da zanîn.

Mosko û Waşîngtonê peymana nû ya kêmkirina çekên stratêjîk ango “Peymana Starta Nû” di sala 2010’an da wajo kirin.

Li gorî vê peymanê, 7 salan piştî bicihanîna vê peymanê, nabe ku ti alîyekî bi giştî zêde ji 700 mûşekên Balistîk ên parezemîn-menzîl (ICBM), mûşekên ku ji gemiya binavê tên avêtin (SLBM) û bombeyên stratêjîk hebe.

Peymana Starta Nû, veguhestina kumik û doşikên avêtinê, mûşekên Balistîk ên parezemîn-menzîl û yên ku ji gemiyên binavê tên avêtin, bisînor dike.

 

Serepeyv