Ji ber guleavêtina li Mînêsotaya Amerîkayê 5 kes hatin kuştin an birîndar bûn
Ji ber guleavêtinekê li navenda eyaleta Mînêsotaya Amerîkayê 2 kes hatin kuştin û sisê jî birîndar bûn.
Rêveberiya Polîs Sent Polê ragihand ku herî kêm du kes di guleavêtina li navenda eyaleta Mînêsotayê li nêzikî maleke extiyaran hatin kuştin û sê kes jî birîndar bûn. Polîs heta niha nekariye êrîşker an êrîşkaran nas bike û bigire.
Bi salan e ku gellek amerîkî bi nerazîtiya li hemberî azadiya hilgirtin û xwedîtiya çekan li Amerîkayê daxwaza serrastkirina qanûnên welatê xwe di vî warî da dikin; lê lobîya çekan li vî welatî ewqasî bihêz e ku Kongreyê heta niha pêngaveke berbiçav ji bo sînordarkirina hilgirtina çekan li Amerîkayê ranekiriye.
Berhevdanîna amarên şideta bi çekan li Amerîkayê û welatên din ên cîhanê nîşan dide ku Amerîka welatekî tam istîsna ye. Tevî ku derdora sedî 5 ji gelheya cîhanê li Amerîkayê dijî, nêzikî sedî 31 ji kesên ku tevkujiyên bi çekê pêk tînin, li vî welatî ne.