Robot dê bi zûtirkê beşeke karên malê bikin
Lêkoler dibêjin ku bi bikaranîna robotên ku hişê wan ê çêkirî heye ew dê bi zûtirkê nêzî sedî 40ê karên malê bikin.
Lêkolerên Zanîngeha Oxford`ê ragihandin ku heta sala 2033`yê dê gellek karên malê an bi awayê otomat û an jî bi destê robotan bên kirin û dema ku kebanî ji ob karên malê terxan dikin, dê gelekî kêm bibe û eva xebereke xweş ji bo kebanîyan e ku hinek ji wan beşeke zêde ya dema xwe ji bo karên malê terxan dikin.
Li gorî encamên lêkolîneê ku vê dawîyê hatîye weşandin, li gorî ihtimalê di salên bê da û bi awayekî deqîq ji sala 2033`yê va dê kebanî bikaribin beşeke zêde ya karên malê bispêrin robotan an dê beşeke kel û pelên malê bi hişê çêkirî bên teyarkirin û bi awayekî otomat beşeke karên malê bikin û di vê rewşê da yê kebanîya demeke zêde ji bo xwe hebin.
Herwiha encameke wê lêkolînê nîşan dide ku kebanî beşeke berbiçav a dema xwe ji bo şûtina aman ûferaqan û amadekirina xwarekê terxan dikin.