Pûtîn pêgirî ser xurtkirina şîyana navokî ya Rûsyayê kir
Sibat 24, 2023 13:51 Asia/Tehran
Serokkomarê Rûsyayê got ku Rûsya yê xurtkirina şiyanên xwe yên navokî bi ciddîbûneke zêdetir bidomîne.
Serokkomarê Rûsyayê ‘Vladimîr Pûtîn’ amajeyî mûşekên navokî yên vî welatî kir û got: “Em dê weke berê xurtkirina şiyanên xwe yên navokî di warên bejayî, deryayî û hewayî da bidomînin.”
Pûtîn got: “Mûşekên Balestîk ên ‘Sarmat’ ên parzemînmenzîl ku dikarin kumikên navokî yên curbicur hilgirin, dê bo cara yekê bikevin ber destê artêşa Rûsyayê.”
Biryar e ku Rûsya îro rahênan û meşqa leşkerî digel Çînê li Afrîqaya Başûr dest pê bike û mûşekên dengbirr (Supersonic) bi paporekê şandîye Afrîqaya Başûr.
Pûtîn ev babeta hevgavê şerê Ukraynê û gurrbûna gêreyan di navbera welatên rojavayî û Rûsyayê da hilêxistîye.