Sibat 21, 2023 18:24 Asia/Tehran
  •  Borrell dîsan li dijî danîna navê Sipahê nav lîsteya terorê ya YE’yê derket

Berpirsê Siyaseta Derve yê YE’yê li dijî danîna navê Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî di nav lîsteya komên terorîst a Ewropayê da derket.

Berpirsê Siyaseta Derve yê YE’yê “Joseph Borrell” amajeyî xwenîşandana dijmin û neyarên Komara Îslamî ya Îranê ya li ber avahiya YE’yê li Brûksêlê kir û got ku ev yekîtiya navê Sipaha Pasdaran danayîne nav lîsteya saziyên terorîst a Ewropayê.

Borrell herwiha got: “Ji bo ku Yekîtiya Ewropayê, navê Sipaha Pasdaran bêxe nav lîsteya saziyên teroîst, hewcetî bi dengê dadgehê li welatekî endam heye û dengê neraziyan, yasa û qanûnên me naguherîne.”

Ji aliyê din ve, Wezîra Karên Derve ya Almanê Analêna Bêrbûk’ê jî şeva buhurî piştî civîna Wezîrên Karên Derve yên Yekîtiya Ewropayê li Brûksêlê got: “Heta nika li Yekîtiya Ewropayê, me hegerên hiqûqî ji bo danîna navê Sipaha Pasdaran di nava lîsteya rêxistinên terorîst a Ewropayê tineye.”

Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî pişkek ji hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê ye ku rabhuriyeka dirêj û bibandor di warê şerrê dijî komên terorîst ên ku welatên rojavayî pişta wan digirtin, li navçeya Rojavayê Asyayê bi taybet li Sûriye û Iraqê û dabînkirina istiqrar û ewlehiyê li vê  navçeyê hebûye. Her ji ber vê yekê karê muhtemel ê Yekîtiya Ewropayê bona ku Sipahê terorîst bide nasandin berovajî maf û qanûnên navneteweyî û di rastiyê da kiryarek di çarçoveya lawazkirina aştî û ewlehiya navçeyî da ye.

 

Serepeyv