Pûtîn di axiftina xwe ya salê da: “Welatên rojavayî durûtî dikin”
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i339688-pûtîn_di_axiftina_xwe_ya_salê_da_welatên_rojavayî_durûtî_dikin
Serokkomarê Rûsyayê got ku welatê wî amade ye bi welatên rojavayî re gotûbêj bike, lê rastî durûtî û sersariya welatên rojavayî bûye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 21, 2023 14:39 Asia/Tehran
  • Pûtîn di axiftina xwe ya salê da: “Welatên rojavayî durûtî dikin”

Serokkomarê Rûsyayê got ku welatê wî amade ye bi welatên rojavayî re gotûbêj bike, lê rastî durûtî û sersariya welatên rojavayî bûye.

Vladîmîr Pûtîn, dema axiftina xwe ya salê ji bo rayedarên payebilind û qanûndanerên vî welatî, welatên rojavayî tawanbar kirin ku durûtî dikin û got: “Em ji bo gotûbêjeka kêrhatî û hevkariya ji bo amadekirina nijyareya hevpar a ewlehiyê bi welatên rojavayî re amade bûn.”

Pûtîn herwiha got: “Rûsyayê hemî hewla xwe ji bo çareserkirina aştiyane ya mijara Donbasê bi kar anî, lê sozên serokên welatên rojavayî derew bûn. Welatên rojavayî hêzên netewperest ên ûkraynî perwerde dikirin û çek didan wan. Heta berî destpêbûna operasyona taybet a Rûsyayê, Kiyêvê û welatên rojavayî hin gotûbêj li ser amadekirina çek û rextan pêk anîne.

Li gorî gotina Pûtîn, ti welatekî bi qasî Amerîkayê bargehên leşkerî yên dervesînorî tine û vî welatî bi sedan binke jî li welatên din heye.

Pûtîn got: “Welatên rojavayî bûn ku şerr gurr kirin û Rûsyayê hêza leşkerî ji bo sekinandina şêrr bi ka anî û pîlana Ûkraynê  ji bo êrişa ser Donbasê têk bir.”