Pûtîn di axiftina xwe ya salê da: “Welatên rojavayî durûtî dikin”
Serokkomarê Rûsyayê got ku welatê wî amade ye bi welatên rojavayî re gotûbêj bike, lê rastî durûtî û sersariya welatên rojavayî bûye.
Vladîmîr Pûtîn, dema axiftina xwe ya salê ji bo rayedarên payebilind û qanûndanerên vî welatî, welatên rojavayî tawanbar kirin ku durûtî dikin û got: “Em ji bo gotûbêjeka kêrhatî û hevkariya ji bo amadekirina nijyareya hevpar a ewlehiyê bi welatên rojavayî re amade bûn.”
Pûtîn herwiha got: “Rûsyayê hemî hewla xwe ji bo çareserkirina aştiyane ya mijara Donbasê bi kar anî, lê sozên serokên welatên rojavayî derew bûn. Welatên rojavayî hêzên netewperest ên ûkraynî perwerde dikirin û çek didan wan. Heta berî destpêbûna operasyona taybet a Rûsyayê, Kiyêvê û welatên rojavayî hin gotûbêj li ser amadekirina çek û rextan pêk anîne.
Li gorî gotina Pûtîn, ti welatekî bi qasî Amerîkayê bargehên leşkerî yên dervesînorî tine û vî welatî bi sedan binke jî li welatên din heye.
Pûtîn got: “Welatên rojavayî bûn ku şerr gurr kirin û Rûsyayê hêza leşkerî ji bo sekinandina şêrr bi ka anî û pîlana Ûkraynê ji bo êrişa ser Donbasê têk bir.”