Sibat 20, 2023 08:58 Asia/Tehran
  • Sê keçên nûciwan li Tegzasa Amerîkayê bi derbeya gulleyê hatin kuştin

Di dewama gulleavêtinên mirinbar li Amerîkayê, kesekî çekdar li bajarê Galêna Parkê ya eyaleta Tegzasê sê keçên nûciwan bi derbeya gulleyê kuştin.

Rayedarên amerîkî êvara Yekşemiyê ragihandin ku ev bûyer li maleke derdora bajarê Houston'ê ya eyaleta Tegzasê qewimî û sê keçên nûciwan ên di temenê 19, 14 û 13 saliyê da hatin kuştin.

Li gorî nûçeyeke din, li pey du gulleavêtinên li eyaleta Tinêsiyê ya Amerîkayê, kesek hat kuştin û 10 kes jî birîndar bûn.

Rêveberiya Polîs li bajarê Memfîsê li eyaleta Tinêsiyê ya Amerîkayê roja Yekşemiyê ragihand ku piştî du gulleavêtinan ku polîs bawer e têkildarî hev in, kesek hatiye kuştin û 10 kes jî birîndar bûne.

Vekolandin nîşan didin hejmara kuştiyên bi çekê li Amerîkayê gihîştiye asta herî bilind di heyama 30 salên bihurî da.

Serepeyv