Sibat 19, 2023 16:44 Asia/Tehran
  •  Xwenga Rêberê Koreya Bakur hişyarî da Koreya Başûr

Xwenga Rêberê Koreya Bakur amaje bi vê yekê kir ku vî welatî û ti meylek ji bo danûstandin û bazirganiya bi Koreya Başûr ra tune û got: “Nabe ku aliyê koreyî (Kureya Başûr) serederî li karûbarên navxweyî yên Piyong Yangê bike.”

Di rewşekê da ku îro anku Yekşemî Artêşên Amerîka û Koreya Başûr wek bersiva bo ceribandina mûşekî ya Koreya Bakur di roja Şemiyê da meşqeke leşkerî ya hevpar li dar xistin, “Kîm Yû Cong” Xwenga Rêberê Koreya Bakur bi daxuyaniyekê ev du welat hişyar kirin.

Li gorî rapora Tasnim News’ê, “Kîm Yû Cong” Xwenga Rêberê Koreya Bakur di daxuyaniya xwe da soz da ku Piyong Yang dê ti bazirganiyekê bi Seûlê ra neke û dê mûşekên xwe yên navparezemînî jî nede ber destê Koreya Başûr.

Kîm Yû Comgê her wiha hişyariya dawî da Seûl û Waşîngtonê û got: “Em ê hemî kiryarên dijminên xwe bi baldarî binirxînin û bersiveke tund bidine her kiryara handêr.”

Xwenga Rêberê Koreya Bakur di beşeke din a daxuyaniya xwe da tevî amajeya bi vêya ku Koreya Başûr û Amerîka hertim  ûberdewam li ser Hêza Pêşîlêgirtinê ya Navokî ya Piyong Yangê muzakire kirine û meyla xwe ji bo serkeftina leşkerî li hemberî Koreya Bakur nîşan dane, temî li Amerîkayê kir ku dest ji kiryarên xwe yên gefxwarina li hakimiyet û ewlehiya Koreya Bakur bikişîne.

 

Serepeyv