Sibat 17, 2023 19:23 Asia/Tehran
  •  Zêde ji 60 welatan dijî bikaranîna robotên kujer derketin

Zêde ji 60 welatên cîhanê di civînekê da li Holendê xwestin ku Hişê Çêkirî bi awayekî berpirsane di beşa leşkerî da were bikaranîn.

Konferansa Yekê ya Navneteweyî ya Sûdwergirtina Berpirsane ya Hişê Çêkirî Di Beşa Leşkerî da di rojên 15 û 16ê Sibatê li şarê Laheya Holendê hat lidarxistin.

Ev konferansa ya yekê têkildarî hişê çêkirî û peywendîya wê bi çekan ra ye ku li cîhanê hat lidarxistin.

Zêde ji 60 welatên cîhanê ji wan Amerîka û Çînê wek 2 welatên pêşeng ên di vî warî da ‘‘Bangewazîya pêngavrakirinê’’ wajo kirin ku di wê da ji welatên cîhanê hatîye xwestin ku sûdwergirtineke berpirsane ji hişê çêkirî li Artêşê hebin.

Lê şareza û çavdêrên mafên merivan û mamosteyên zanîngehan dibêjin ku ti mecbûrîyeteke qanûnî ji bo bicihannîa wê daxûyanîyê tineye.

Welatên hanê pêgirîyê dikin ku daxûyanîya wan nikare dilnigeranîyên ji ber ihtimala bikaranîna xwefirrên bi hişê çêkirî kar dikin û robotên kujer ku bêyî kontrola mirovan dest bi kuştinê dikin, kêm bike.

Di vê navberê da Rejîma Sîyonîst tevî amadebûna di vê konferansê da, ew daxûyanîya wajo nekir.

Hişê çêkirî roja îro bi awayekî berfire li cîhanê tê bikaranîn. Lêgerên internetê yên wekî “Google” û maşînên xweajo yên Şirketa Tesla’yê tenha çend mînakên kêm ên bikaranîna berfire ya hişê çêkirî di jîyana mêriv da ne.

Lê bikaranîna vê zanistê tenê di teknolojîyên kêrhatî da bisînor nabe û carina dikare ber u layên bixof li xwe bigire wekî sûdwergirtina wan di çekên pêşketî da ji bo kuştina merivan.

 

Serepeyv