Sibat 17, 2023 15:53 Asia/Tehran
  •  Projeya avêtina Mûşeka Fezagerr a Japonê bi ser neket

Yekemîn mûşeka fezagerr a Japonê nekarî ji erdê rabe û projeya şandina wê bi ser neket.

Li gorî rapora Reuters’ê, Japonê roja Înîyê ji ber kêşeya teknîkî di matorên xurtker da, nekarî yekemîn mûşeka xwe ya fezagerr a bi navê “H-3” bavêje.

Li gorî vê raporê, matora sereke ya H-3’yê piştî destpêbûna hejmartina berovajî ji bo avêtinê ji kar ket û tevî barê pê ra li baregeha fezayî ya Tangaşîmayê ma.

Ev mûşek biryar bû ku setlayta japonî ya “Alos-3”yê bişîne fezayê; tê gotin ev setlayt bi teknolojiya Jêrsor (Infrared) hatiye pergalkirin û armanca wê şopandina mûşekên Balistîk ên Koreya Bakur e.

Masahîsa Okada Rêveberê Projeya H-3’yê li Ajansa Hewa-Feza ya Japonê (JAXA) di press-konferansekê da mixabiniya xwe ji vê bûyerê diyar kir.

 

Serepeyv