Sibat 17, 2023 14:00 Asia/Tehran
  • Xwenîşandana xwendekaran li Parîsê dijî qanûna nû ya malnişînbûnê

Li Parîsê û çend bajarên Fransayê xwenîşandanên fransiyan ên li hember pêşnumaya serrastkirina pergala malnişînbûnê ku hikûmeta Emmanuel Macron raberî Konseya Neteweyî kiriye, hatin domandin.

Yekîtiyên sinfî yên Fransayê duh ji bo roja pêncan dijî serrastkirina pergala malnişînbûnê, kom bûn.

Wan yekitîyan xwestin ku di 7’ê Adarê da grev were lidarxistin û gef xwerin ku eger hikûmet ji plana xwe ya ji bo jordabirina temenê malnişînbûnê ji 62yê bo 64 salîyê paşda nekişe, ev greva gelemperî dê welatê Fransayê felec bike.

Encamên rapirsîyan nîşan didin ku nêzî sedî 70’ê xelkê Fransayê dijî plana hikûmeta Emmanuel Macron, serokkomarê Fransayê ya serrastkirina qanûna malnişînbûnê ne.

Li gorî qanûna nû ya ku ser fermana Serokwezîra Fransayê ji meha Îlona îsal ve dê were cihanîn, hikûmeta vî welatî dil heye temenê malnişînbûnê salê sê mehan jorda bibe û heta sala 2030’î hêdî hêdî ji 62 salî bigihîne 64 salîyê.

Yekîtiyên karmend û karkeran ku bi caran û berî hilbijartina serokkomartiya Fransayê, dijayetiya xwe ya li hember vê pêşnumaya hikûmeta Emmanuel Macron û jordabirina temenê malnişînbûnê ji 62 saliyê bo 64 saliyê, ragihandibûn, dema ev mijara cidî bû û bi awayekî fermî ev plana li Meclisê hat raberkirin, bernameya xwenîşandan û greva berfireh ji meha buhurî ve darêştin.

 

Serepeyv