Sibat 14, 2023 17:07 Asia/Tehran
  • Alaya NATO’yê li Parîsê hat dirrandin

Di xwenîşandana berfireh li dijî endamtiya Fransayê li NATO’yê û şandina çekan bo Ukraynê da, alaya NATO’yê ji aliyê partiyeke rastgir va li Parîsê hat dirrandin.

Malpera Kanala Russia Today’ê roja Sêşemiyê nivîsî: “Florian Philippot” serokê partiya rastgir a “Welatparêz” ku ev xwenîşandan li Parîsê organîze kiribû ragihand ku derdora 10 hezar kes beşdarî vê rêûrismê bûne.

Florian Philippot got: Hevdem 25 xwenîşandanên dijî NATO’yê jî li deverên din ên Fransayê hatin lidarxistin.

Di beşeke rêûrismê da “Florian Philippot” çû ser dikê û bi meqesê alaya NATO’yê ya bi rengê şîn bi teşwîqa xwenîşanderan kir du nîvî û got: “NATO yanî şerr.”

Beşdaran jî dirûşmeyên weke “Ne balefir, ne tank, ne mûşek ji bo Ukraynê”, “Bila em i NATO’yê derkevin”, “Macron, em şerê te naxwazin” û “Ne bo şerê cîhanî yê sêyem” bilind kirin.

Hêjayî gotinê ye “Florian Philippot” ji destpêka Cotmeha 2022an va xwenîşandanek li dijî endamtiya Fransayê li NATO û Yekîtiya Ewropayê organîze kiriye û hevdem bi tundî ji dayîna çekan bo Ukraynê di şerê digel Rûsyê da rexne girtiye.

 

Serepeyv