Sibat 14, 2023 15:35 Asia/Tehran
  • Polonya: Me heta niha 250 tankên T-72 dane Ukraynê

Serokwezîrê Polonyayê ragihand ku vî welatî heta niha 250 tankên T-72 dane Ukraynê.

Li gorî rapora Fars News'ê, "Matiyûş Morawîtskî" serokwezîrê Polonyayê roja Duşemiyê di press-konferansa digel "Ulf Kristersson" serokwezîrê Swêdê li Stokholmê bi gotina vêya ku vî welatî heta niha 250 tankên T-72 şandine Ukraynê, got: Em ê bi zûtî 60 tankên din ên T-72, PT-91 û Tward û 14 tankên Leopard-2 bidin Ukraynê.

Vî rayedarê ewropî tekez kir ku Polonya dê hema wisa piştevaniya ji Ukraynê bidomîne da ku li hemberî Rûsyê bi ser keve.

Polonya ji welatên herî pêşîn bû ku daxwaza şandina tankên pêşketî bo Ukraynê û damezirandina hevpeymaniya navneteweyî ji bo piştevaniya ji Kiyêvê bi tankên giran kiribû.

 

Serepeyv