Sibat 13, 2023 16:13 Asia/Tehran
  • Xwenîşandana karmendên Beşa Tenduristî û Xizmetên Dermanî li welatên Ewropayê

Karmendên Beşa Tenduristî û Xizmetên Dermanî li çend welatên ewropî wek nerazîtiya li hemberî rewşa karî ya nebaş û destmizdên xwe xwenîşandan li dar xistin.

Bi sedan hezar kes ji karmendên Beşa Tenduristî û Xizmetên Dermanî ya Spanyayê li Madrîda paytexta vî welatî bi nîşana nerazîtiya li hemberî lawaziya dewleta Spanyayê di piştevaniya ji Beşa Tenduristî û Xizmetên Dermanî yên Gelemperî û   têkçûna pergala dermanî li vî welatî ji aliyê hikûmetê va xwenîşandan li dar xistin.

Pêştir bi dehan hezar kesî ji bo piştevaniya ji karmendên Beşa Tenduristî û Xizmetên Dermanî yên Spanyayê û daxwaza baştirkirina rewşa karî ya wan di Mijdara 2022an da xwenîşandan li dar xistin.

Her wiha pêştir karmendên Beşa Tenduristî û Xizmetên Dermanî li Brûksela paytexta Beljîkayê jî xwenîşandanek bi nîşana nerazîtiya li hemberî rewşa karî ya nebaş li dar xistin û daxwaza zêdekirina destmizdan û rewşa karî ya baştir hevdem  digel zêdebûna zamê li Ewropayê kirin.

Karmendên dewletê li Beljîkayê ji ber ku destmizdên wan anegorî zêdebûna bihayê enêrjiyê û lêçûnên jiyanê zêde nabin, bi awayekî dewreyî xwenîşandanan li dar dixin an dikevin grevê.

Karmendên nerazî li Wezareta Tenduristiyê ya Inglîzê jî vê dawiyê bi nîşana nerazîtiya li hemberî rewşa karî ya nebaş û destmizdên xwe xwenîşandan li dar xistin û ketin grevê û daxwaza zêdekirina destmizdên xwe anegorî nirxa zamê kirin.

Îtalyayîyan jî vê dawiyê wek nerazîtiya li hemberî rewşa bêserûber û aloz a Tenduristî û Xizmetên Dermanî li Îtalyayê, xwenîşandanek li kolanên navendî yên Roma paytexta vî welatî li dar xistin.

Kadroya dermanî li welatên din ên ewropî jî ji ber koçberiya pizşkan û revîna kesên bijare û pispor tûşî kêmbûna personelên pispor bûye, ji ber vê yekê nexweşxane û navendên dermanî yên welatên endamê Yekîtiya Ewropayê (YE) tûşî gellek  kêşe û pirsgirêkan bûne.

 

Serepeyv