Sibat 13, 2023 15:22 Asia/Tehran
  • Pêla germaya giran li Arjantînê; Pileya germayê 40 decere tê perrand

Arjantîn wek welatekî Amerîkaya Latîn tûşî pêleke germaya kêmdîtî û giran bûye.

Di halekî da ku gelek welatên Rojavayê Asyayê û hin welatên ewropî û heta afrîqî bi berfê hatine nixûmandin, li wî aliyê topa Erdê hin welat ji wan Arjantîn ketine ber pêla germaya giran ku tê gotin di 60 salên dawî da bêmînak e.

Rayedarên Arjantînê li 9 parêzgehên bakur û navenda Arjantînê derbarê bilindbûna pileya germayê hişyarî dane.

Li gorî gotina Rêxistina Hewanasîyê ya Arjantînê, Pileya germayê li hin deveran ji 40 dereceyî bilindtir bûye.

Rêxistina Hewanasîyê ya Arjantînê ragihand, Pêla germayê ku hin parêzgehên Arjantînê dane ber xwe, heştemîn pêla germayê ya giran ji destpêka demsala havînê li nîveka başûrî ya Erdê tê hesab. Ev di rewşekê da ye ku di dehsaliya vê dawiyê da, zêde ji çar an pênc pêlên germayê tunebûn.

Serepeyv