Meşqa Amerîkayê li Deryaya Çînê hevdem digel gurrbûna kêşeyan Piken û Waşîngtonê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i339483-meşqa_amerîkayê_li_deryaya_Çînê_hevdem_digel_gurrbûna_kêşeyan_piken_û_waşîngtonê
Amerîkayê hevdem digel gurrbûna kêşeyan digel Çînê derbarê mijara Balonan, meşqeke leşkerî li Deryaya Çînê dest pê kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 13, 2023 06:35 Asia/Tehran
  • Meşqa Amerîkayê li Deryaya Çînê hevdem digel gurrbûna kêşeyan Piken û Waşîngtonê

Amerîkayê hevdem digel gurrbûna kêşeyan digel Çînê derbarê mijara Balonan, meşqeke leşkerî li Deryaya Çînê dest pê kir.

Komkeştiya şêrr a heftem a Amerîkayê li Japonê roja bihurî ragihand ku Keştiya şêrr a balefirhilgir a “USS Nimitz” û Yekîneya Deryayî ya Sêzdehem meşqeke leşkerî li Deryaya Çîna Başûr pêk tînin.

Artêşa Amerîkayê hefteya derbasbûyî 2 balonên lêgerînê yên Çînê li perravên Alaska û Karolînayê kirin armanc; vê mijarê kêşeyên di navbera Waşîngton û Pikenê da gurrtir kirine.

Çîn li dijî çalakiya leşkerî ya welatên din li Deryaya Çîna Başûr e ku her sal 5 trîliyon dolar kelûpel bi rêya wê tên veguhestin.

Waşîngtonê di mehên dawî da gellek peymanên leşkerî digel welatên başûrê rojhilatê Asyayê girêdane.