Sibat 10, 2023 13:53 Asia/Tehran
  • Pûtîn: “Welatên Rojavayî çaverêtiya berxwedana aborî ji hêla Rûsiyê ve nedikirin”

Vladîmîr Pûtîn, Serokkomarê Rûsiyê got: “Welatên Rojavayî çaverêtî nedikrin Rûsiye li hember gefan ji hêla aborî va li ber xwe bide”

Vladîmîr Pûtîn, roja Pêncşemiyê bal kişand ser vê yekê ku pêşeyên Rûsiyê piştî boykotan û zexta Welatên Rojavayî rastî hinek pirsgirêkan hatin û got: “Lê dîsa jî Welatên Rojavayî çaverêtiya berxwedana aborî ya Rûsiyê li hember gefan nedikirin.”

 Serokkomarê Rûsiyê destnîşan kir: “Tevî van kiryaran, sîstema aborî, hemî çiqên berhemanînê û beşên xizmetguzariyê yên Rûiyê, bêyî pirsgirêk û bêyî rawestan, xebata xwe didomînin.”

Pêştir “Sergey Lavrov”, Wezîrê Karên Derve yê Rûsiyê got: “Rewşa baorî ya vî welatî nîşan dide Moskowa di warê bi sînorkirina dûhatên boykotên Welatên Rojavayî, serkeftî bûye û ev çaverêtiya heye ku bi zûtirkê bibe şehedê asta bazirganî ya erênî û bêmînak.”

Li gorî ragihandina Lavrov, berovajiya pêşbîniyên berê yên derheq kêmbûna sedî 10 heta 20’î ya berhemanîna navxweyî ya Rûsiyê heta dawiya 2022’an, tenê sedî 2.5 asta berhemnaîna navxweyî ya vî welatî daket.

 

Serepeyv