Sibat 09, 2023 18:02 Asia/Tehran
  • Koreya Bakur mûşekeke nû ya balistîk a navparezemînî nimand

Medyayên dewleta Koreya Bakur roja Pêncşemiyê dîmenên nimandina mûşekeke nû ya balistîk a navparezemînî bi ardûya hişk weşandin.

Li gorî rapora Fars News’ê, “Kîm Cong Ûn” Rêberê Koreya Bakur di rêûrisma salvegera 70î ya damezirandina artêşa vî welatî da qala dewama çêkirina çekên pêşketî li vî welatî kir.

Di vê rêûrismê da mûşeka balistîk a navparezemînî ya ezamet bi navê “Hwasong-17” hat nimandin.

Her wiha 17 mûşekên dûrbirr jî di rêûrisma salvegera 70î ya damezirandina Artêşa Koreya Bakur hatin nîşandan; ev hejmara herî zêde ya mûşekan bû ku heta niha di meşeke leşkerî da li vî welatî hatine nîşandan.

Wezareta Berevaniyê ya Japonê berawird kiriye ku “Hwasong-17” ku wisa xuya ye mûşeka bi ardûya hişk a herî mezin li cîhanê ye, dikare heta 15000 kîlometrî biçe.

Di dîmenên ku Ajansa KCNA’yê ya Koreya Bakur weşandine da herî kêm pênc “Rakêşerên Berpêker ên Havêjer” (Transporter erector launcher) ên hilgira cîgehên mûşekê yên mezin ji bo mûşekên balistîk ên navparezemînî tên dîtin.

Li gorî vê raporê, beşeke mezin a komgeha mûşekên balistîk ên dûrbirr ên Koreya Bakur ji çekên bi ardûya şilekî pêk hatiye ku hewcedara wergirtina ardûyê li navendên avêtina mûşekan in; ev pêvajo demeke zêde hewce dike û metirsiya ku beriya avêtinê bikeve ber êrîşê, zêdetir dike. Lê mûşekên balistîk ên navparezemînî yên bi ardûya hişk hewcetî bi wergirtina ardûyê tunene û ev yek leza bicihkirina wan zêdetir dike.

 

Serepeyv