Sibat 08, 2023 18:44 Asia/Tehran
  •  Pêla grevan Brîtanîya daye ber xwe; Perestar hefteyek e di grevê da ne

2 meh ji sala 2023an derbas dibin lê hê pêla grevan li Brîtanyayê bi dawî nehatîye.

Di dewama greva çîn û qat û pîşeyên curbicur da li Brîtanyayê ku bi armanca nerazîbûna hibmerî bihabûn û jordaçûna xercên jîyanê, şert û mercên nebaş ên karkirinê, kêmbûna asta destmizan dest pê bûne, zêde ji 40 hezar kes ji perestar û personelên beşa ambûlansan careka din neçûn ser karê xwe û dest bi grevê kirin.

Greva perestaran ku ji 6ê Sibatê va dest pê bûye, yê heta hefteya bê jî bidome û sibê jî dê fîzyoterapîst bi nîşana nerazîbûna hibmerî bihabûnê û xemsarîya dewletê hibmerî daxwazên wan, dest bi grevê bikin û neçin ser karê xwe.

Li gorî ragihandina medyayên Brîtanyayê, nika greva herî berfire ya personelên Rêxistina Neteweyî ya Tenduristî û Dermankirinê ya vî welatî ye û zêde ji 30 hezar perestar li 73 navendên dermankirinê yên vî welatî neçûn ser karê xwe.

Berî vîya personelên 44 rêxistin û dezgehên tenduristîyê yên Brîtanyayê di Kanûnê da û personelên 55 rêxistin û sazîyên tenduristî û dermankirinê yên vî welatî jî di Çilleyê da dest bi grevê kirin. Herwiha 11 hezar  û 500 personelên beşa ambûlansan ketine grevê.

Di vî halî da, di hefteyên bê da jî greva personelên pîşeyên din ji wan a komên agirvemirandinê, wanebêjan û personelên rêya hesin yê bidome.

 

Serepeyv