Sibat 08, 2023 13:47 Asia/Tehran
  • Lavrov ji ber gotinên Borrell ên dijî Rûsyê rexne lê girt

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyê ji ber gotinên Berpirsê Sîyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê (YE) dijî Moskowê bi tundî rexne li wî girt.

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyê “Sergey Lavrov” ji ber helwesta nijadperestane ya Berpirsê Sîyaseta Derve ya YE’yê “Josep Borrell” a têkildarî seredana vê dawîyê ya wî ya welatên afrîqî got: “Borrell nizane ka çawan nijadperestbûna xwe derbara cîhanê da veşêre.”

Lavrov amajeyî sîyasetên welatên rojavayî yên koledarî û talankirinê li cîhanê kir û û pêgirî kir: “Cinayetên kolonîyalîstî yên welatên rojavayî bi demê nayên sînordarkirin û firişkê welatên rojavayî yên kolonîyalîstî ji nav neçûye.”

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyê herwiha got: “Welatên rojavayî hela jî hewil didin serdestbûna xwe li welatên din biparêzin.”

Berpirsê Sîyaseta Derve ya YE’yê “Josep Borrell” vê dawîyê idia kir, seredana Sergey Lavrov a welatên afrîqî yên wekî Malî û Erîtreyê ji bo wî hêsan e lê seredana welatên din ne bi vê hêsanîyê ye.

 

 

Serepeyv