Li Otrîşê ji ber ketina şepeyê 8 kesan canê xwe ji dest da
Sibat 06, 2023 09:53 Asia/Tehran
Li welatê Otrîşê ji ber ketina şepeyê 8 kesan canê xwe ji dest da.
Li gorî rapora Mehr News’ê, Rayedaran li navçeyên “Vorarlberg” û “Vorarlberg”ê yên Otrîşê ragihandine ku xetera ketina şepeyê ji ber ba û barîna berfê hema wisa gelekî zêde ye.
Polîsê Otrîşê heta niha mirina herî kêm 8 kesan ji ber ketina şepeyê di rojên Şemî û Yekşemiyê da piştrast kiriye.
Gelek pîstên Skîyê li Otrîşê hene û di demsala zivistanê da bi dehan hezar geştyaran dihewînin. Lê her sal hejmarek jî li wan deran canê xwe ji dest didin, birîndar an jî winda dibin.