Trena hilgira madeyên xeternak li Amerîkayê ji rêya xwe derket
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i339316-trena_hilgira_madeyên_xeternak_li_amerîkayê_ji_rêya_xwe_derket
Ji ber jirêderketina treneke barhilgir li gunekî Ohayoya Amerîkayê, ev navçe ji niştecihên wê hat valakirin û şewateke mezin qewimî.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 06, 2023 05:27 Asia/Tehran
  • Trena hilgira madeyên xeternak li Amerîkayê ji rêya xwe derket

Ji ber jirêderketina treneke barhilgir li gunekî Ohayoya Amerîkayê, ev navçe ji niştecihên wê hat valakirin û şewateke mezin qewimî.

Ji ber derketina treneke barhilgir ji ser rêya hesin li gundê “Filistîna Rojhilat” (East Palestine) li Ohayoya Amerîkayê, ev navçe ji niştecihên wê hat valakirin û şewateke mezin qewimî.

Li gorî vê raporê, Derdora 50 vagonên vê trena barhilgir ku barên cûr bi cûr tê da bû, li vî gundî ji ser rêya hesin derketin û piştra tren teqiya û şewateke mezin li navçeyê qewimî.

Li pey vê bûyerê rayedarên xwecihî destûra valakirina malên li nêzikî bûyerê dan û deriyên dibistan û navendên civakî wek sitargeha demkî ji bo bicihkirina niştecihên navçeyê vekirin.