Sibat 05, 2023 19:11 Asia/Tehran
  •  Brezîlê papûra xwe ya balefirhilgir noqmî ava Oqyanûsa Etlesê kir

Hêza Deryayî ya Brezîlê ragihand ku vî welatî papûra xwe ya balefirhilgir a jikarketî ya bi navê “Sao Paulo” tevî hişyariyên çalakên jîngehê, li nav avên azad ên Oqyanûsa Etlesê noqm kir.

Li gorî rapora Reuters’ê, Hêza Deryayî ya Brezîlê bi daxuyaniyekê ragihand: “Papûra balefirhilgir a bi navê “Sao Paulo” berêvara Îniyê bi bernameyeke jipêşva-darêştî û kontrolkirî hat noqmkirin da ku bi vî rengî rê li ber zirar û ziyana lojestîkî, operasyonî, jîngehî û aborî li welêt bê girtin.”

Li gorî ragihandina Hêza Deryayî ya Brezîlê, gewdeyê papûra “Sao Paulo” li nav avên azad ên Oqyanûsa Etlesê di navbira 350 kîlometriya peravên vî welatî ku kûrahiya deryayê nêzikî pênc hezar metrî ye hat noqmkirin; cihê ku ji bo kêmkirina bandora vî karî li ser masîgirtin û ekosîstema deryayî hatiye bijartin.

Ev di rewşekê da ye ku Dozgeriya Giştî ya Federal û Rêxistina Jîngehparêz a “Aştiya Kesk” ji hikûmeta Brezîlê xwestibûn ku noqmkirina vê papûrê ji ber hebûna madeyên xeternak ji wan 9 ton Asbesta (Asbestos) bikarhatî di çêkirina gewdeyê wê da, rawestîne.

Hêjayî gotinê ye, Hêza Deryayî ya Brezîlê Papûra “Sao Paulo” sala 1998an û bi 12 miliyon dolarî ji Fransayê kirrî; lê hewcedara 80 miliyon dolarî ji bo nûvandinê bû, karê ku ti wextî pêk nehat.

 

Serepeyv