Çile 30, 2023 11:21 Asia/Tehran
  •  Li Efxanistanê bi hewla mamosteyên berê, “Zanîngeha Online a Jinan” hat damezirandin

Hejmareke mamosteyên berê yên zanîngehên Efxanistanê ji ber qedexetiya perwerdehiya keçan, Zanîngeha Online ji bo Jinan damezirandin.

Hikûmeta Talibanê li Efxanistanê êvara Şemiyê bi şandina peyamekê bo zanîngehên vî welatî hişyarî da ku jinên efxan nikarin derbasî zanîngehan bibin. Wezareta Perwerdehiya Bilind a Talibanê jî bi nameyekê xitabî zanîngeh û enstîtûyên perwerdehiya bilind ên taybet li Efxanistanê, navnivîsandina keçan ji bo Ezmûna Konkûrê (Ezmûna têketina bo nav zanîngehan) ya sala 1402an qedexe kir.

Li gorî rapora roja Yekşemiyê ya Ajansa nûçeyan a Cumhûrê, Ferîde Heyderî Cîgira Îdayî ya Zanîngeha Online a Jinan, got: “Piştî kiryara hikûmeta Talibanê ya girêdana deriyên zanîngehan li ser keçan li vî welatî, komeke mamosteyên berê yên zanîngehên Efxanistanê zanîngehek bi navê Zanîngeha Online a Jinan damezirandin da ku keç û jin bikarin ji rêya dûr û bi awayê serhêl perwerdehiyê weergirin û valahiya perwerdehiyê hinekî bicebirînin û ji bo keçên bêparkirî ji zanistê, bibin çirûskeke hêviyê.”

Vê mamosteya zanîngehê got: “Heta niha zêde ji 500 xwendekar ji Efxanistanê di vê zanîngehê da hatine wergirtin û bi dehan kes wek kadroya zanistî ji nav û derveyî Efxanistanê ji bo hînkariyê hatine istîxdamkirin.”

 

 

Serepeyv