Çile 30, 2023 09:10 Asia/Tehran
  • Rayedarên amerîkî: Îsraîlê operasyona serneketî li Îsfehanê pêk aniye

Rayedarên amerîkî dibêjin ku Îsraîlê operasyona serneketî li Îsfehanê pêk aniye.

Rojnameya Wall Street Journal’ê nivîsî, Rayedarên Amerîkayê tevî redkirina hebûna destê vî welatî di êrîşa bi xwefirran a êvara Şemiyê li ser kargeheke pîşeya berevaniya Wezareta Berevaniyê li Îsfehanê, gotine ku ev êrîş ji aliyê Rejîma Siyonîst  va pêk hatiye.

Wall Street Journal’ê her wiha nivîsî, Ev yekem operasyona leşkerî ya Israîlê di serdema hikûmeta nû ya rastgir û zêdegav a Binyamîn Netanyahû serokwezîrê vê rejîmê li dijî Îranê ye.

Rejîma Siyonîst heta niha ti helwêstek di vî warî da nîşan nedaye.

Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) îdia kir, ti hêzekî leşkerî yê Amerîkayê beşdariya êrîşa bi xwefirran li Îsfehanê nebûye.

Wezareta Berevanî û Piştevaniya Hêzên Çekdar a Îranê ragihand, Êvara Şemiyê navendeke pîşeya berevaniyê ya ser bi Wezareta Berevaniyê li Îsfehanê ket ber êrîşa serneketî ya hûre-xwefirran ku yeke wan bi derbeya bergiriya asimanî ya  navendê û diduyên din jî ketin nav davikên bergiriya asimanî û hatin teqandin.

Serepeyv