Çile 24, 2023 15:17 Asia/Tehran
  •  Rûsiye mûşekên xwe yên Ûltrasonîk di meşqa leşkerî ya hevpar da bi kar tîne

Rûsiyê ragihand ku ew ê Gemiya şêrr a bi navê Gorshkov'ê ya pergalkirî bi mûşekên Ûltrasonîk ên Zîrkon'ê ji bo beşdariya di meşqa leşkerî ya hevpar digel Çîn û Afrîqaya Başûr bişîne.

Li gorî rapora IRNA'yê ya roja Duşemiyê, Gemiyeke şêrr a Rûsiyê ya pergalkirî bi çek û rextên Krûz ji cûreya nifşa nû ya Ûltrasonîk anku Raserdeng biryar e di Sibata 2023an da beşdarî meşqên hevpar digel hêzên deryayî yên Çîn û Rûsiyê bibe.

Rûsiye dibêje, leza van mûşekên Ûltrasonîk 9 qatî leza dêng û birra wan jî zêdetir ji hezar kîlomitrî (620 mayl) ye. Ev mûşek hevrê digel mûşekên Ûltrasonîk ên cûreya Glide Avangard'ê ku sala 2019an li cebilxaneya artêşa Rûsiyê zêde bûn, hêmayên sereke yên çek û rextên Ûltrasonîk ên vî welatî ne.

Berpirsekî berevaniyê ku nexwest navê wî were aşkirakirin ragihand ku Gemiya şêrr a Edmîral Gorshkov'ê di destpêkê da diçe navenda piştevaniya lojestîkî ya Tertûsa Sûriyê û piştî wê yekê, dê beşdarî meşqên leşkerî yên hevpar digel hêzên Çîn û Afrîqaya Başûr bibe.

Hêza Berevaniya Neteweyî ya Afrîqaya Başûr ragihand ku ev meşqa leşkerî ku dê ji 17 heta 27ê Sibata 2023an li nêzikî bajarê perravî yê Dorbanê û Kendava Richrads'ê were lidarxistin, bi armanca xurtkirina peywendiyên navebra Afrîqaya Başûr, Çîn û Rûsiyê pêk tê.

Hêjayî gotinê ye, gemiya şêrr a Gorshkov'ê di Çileya 2023an da û piştî ku li ser fermana Vladîmîr Pûtîn serokkomarê Rûsiyê bo Oqyanûsa Atlantîkê hat birêkirin, hin temrîn li Deryaya Norwêjê pêk anîn da ku nîşanî Welatên Rojavayî bide ku Krêmlîn ji şerê li Ukraynê paşvenakişe.

 

Serepeyv