Çile 18, 2023 14:36 Asia/Tehran
  • Rûsiyê ser pêwîstiya vekirina herî bilez a Korîdora Laçînê teqez kir

 Sergeyî Lavrov, Wezîrê Karên Derve yê Rûsiyê Sêşemiyê di gotûbêja telefonî bi Ceyhûn Bayramov, hevpêşeyê xwe yê azerbaycanî re daxwaza lezandina vekirina Korîdora Laçînê kir.

Wezareta Karên Derve ya Rûsiyê di daxûyaniyekê de ji zarê Lavrov ragihand: “Aliyê ûris ser pêwîstiya vekirina herî bilez a Korîdora Laçînê li gor xalên rêketina sêalî di 9ê Mijdara 2020’an de teqez kir.”

Di vê daxûyaniyê de her wiha ser destpêkirina peywendiyên normal di navbera Komara Azerbaycanê û Ermenistanê hatiye teqezkirin û ji aliyên têkildar hatiye xwestin ku pêbendî rêketinên heyî bin.

Lavrov di vê gotûbêja telefonî de derbarê peywendiyên dualî yên Moskowa û Bakûyê bi Bayramov re behs û gotûbêj kir.

 Di 12ê Kanûna 2022’an de, çend welatiyên azerbaycanî ku îdia dikirin karzanên jîngehê ne, Korîdora Laçînê, tenha rêya peywendiya di navbera Ermenistan û Qerebaxa Çiyayî girêdan.

Nîkol Paşîniyan, Serokwezîrê Ermenistanê gotiye ku girêdana Korîdora Laçînê bûye sedema kêmasiya xwarekê li Qerebaxa Çiyayî. Ermenistanê bo vekirina vê rêyê hewara xwe biriye Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê.

 

 

Serepeyv