Çile 16, 2023 18:16 Asia/Tehran
  • Mick Wallace:

Nûnerê Îrlendê li Parlimana Ewropayê tekez kir: Waşîngtonê bi damezirandina NATO'yê Ewropa kiriye şopînera emperyalîzma amerîkî.

Mick Wallace Nûnerê Îrlendê li Parlimana Ewropayê wek nerazîtiya xwe li hemberî şopandina korane û bêbiryar a siyasetên Amerîkayê ji aliyê Ewropayê va û dewama şêrr li Ukraynê diyar kir û got: "Siyasetmedarên ewropî divê nûnerê gel bin, ne ku nûnerên NATO'yê û karsitanên pîşeyên leşkerî."

Vî nûnerê Parlimana Ewropayê her wiha bi weşandina dîmenekê ji xwenîşandana gelanî li dijî siyasetên şerxwaziyê yên Amerîka û NATO'yê, ragihand: "Amerîkayê NATO ava kiriye da ku bikare welatên ewropî bike xizmetkarên ji bo serdestîxwaziya amerîkî."

Mick Wallace tevî rexneya ji dewama şêrr li Ukraynê, tekez kir: "Gel daxwaza aştiyê û bidawîhatina vî şerê bi cîgirtî ya Amerîka/NATO'yê dike."

Serepeyv