Çile 16, 2023 15:04 Asia/Tehran
  •  Tevî devojeniyên siyasî, asta hinardekirina Almanyayê bo Îranê sedî 12 zêde bû

Eurostat'ê ragihand ku asta danûstandinên bazriganî navbera Yekîtiya Ewropa (YE) û Îranê di 11 mehên destpêkê yên sala 2022an da bi zêdebûneke sedî 22 gihîşte 4,715 miliyar dolarî û asta hinardekirin Almanyayê bo Îranê jî di vê heyamê da sedî 12 zêde bûye.

Li gorî rapora Tasnim News'ê, Navenda Amarê ya Ewropayê (EuroStat) asta tevahiya danûstandinên bazirganiyê di navbera Îranê û 27 endamêîn YE'yê di 11 mehên sala 2022an da 4,715 miliyar Euro ragihand.

Li gorî vê raporê, pişka herî zêde ya hnardekirina bo Îranê di nav endamên YE'yê da ya Almanyayê bûye ku asta wê ji hêla biha va digihêje 1,465 miliyar Euroyî , bi awayekî ku sedî 39 ji tevahiya hinardekirina Ewropayê bo Îranê bi rêya Almanyayê pêk hatiye.

Îdxalkirina Almanyayê ji Îranê jî di 11 mehên destpêka sala 2022an da sedî 5 zêde bûye û gihîştiye 260 miliyon Euroyî.

Tevahiya danûstandina bazirganiyê navbera Îran û Almanyayê di 11 mehên destpêkê yên sala 2022an (heta dawiya Mijdarê) anegorî vê heyamê di sala 2021ê da sedî 11 zêde bûye û gihîştiye 1,725 miliyar Euroyî.

 

Serepeyv