Çile 16, 2023 14:14 Asia/Tehran
  • Tekeziya Ûlyanov ser pêwîstiya serhevdahanîna gotûbêjên Viyenê

Nûnerê Rûsiyê li rêxistinên navneteweyî yên li Viyenê li ser pêwîstiya serhevdahanîna gotûbêjên Viyenê tekez kir.

Mîxaîl Ûlyanûv Nûnerê Rûsiyê li rêxistinên navneteweyî yên li Viyenê di twîtekê da nivîsî: "Rêya herî baş ji bo pêşîgirtin li nêrînên nerênî li navçeyê, serhevdahanîna gotûbêjên Viyenê li ser Lihevkirinameya Navokî ye."

Nûnerê Rûsiyê li rêxistinên navneteweyî yên li Viyenê her wiha got: Pêşketin di vî warî da dikare bibe sebeba kêmbûna kêşeyan û rêya gotûbêjê derbarê ewlehiya navçeyê veke.

Ûlyanov got: "Wer xuya dike ku welatên rojavayî ji bo vê mijarê amade nînin."

Tecrubeya bi mehan gotûbêjên li Viyenê selimand ku Koşka Sipî ji ber pirsgirêkên navxweyî û zexta Rejîma Siyonîst hêza xwe ya biryardanê ji bo vegeriyana bo Lihevkirinameya Navokî tuneye û ji vê hêlê va, Îranê tawanbar dike û moletên sexte

li dijî Îranê diyar dike.

 

Serepeyv